Fransa: Dora şerê Reqa û Mûsilê ye – Hevpeymanî dê piştgîriyê bide Kurdan

133

Kur-004Kean Yves Le Drian

Parîs (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Fransa ragihand, heya dawiya îsal her du bajarên giring ên Mûsil û Reqa ji destê DAIŞê tên derxistin û bo wê şerê girtina wan her du bajaran jî hêzên hevpeymanna dê alîkariya hêzên Kurdî bikin.

Wezîrê Parastinê yê Fransa Jean Yves Le Drian di daxuyaniyeke ligel radyoya Info ya wî welatî de ragihand, serkevtin bi ser DAIŞê de nêzîk bûye û got: “Niha ji her demî bêtir ew nêrîn li cem me peyda bûye, ku DAIŞ ji nav diçe.”

Le Drian herwiha got: “Ji meha Hezîran a 2014ê ve ku DAIŞê hewl da êrişî Bexdayê bike û heya niha, DAIŞ ji her demî zêdetir lawaz bûye. Bi awayekê ku nêzîkî %30 heya %40 cihê ku kontrol kiribûn, ji dest da.”

Le Drian amaje bi wê yekê jî kir, ku heya dawiya îsal bajarê Mûsil li Iraqê û bajarê Reqa li Sûriyê ji destê DAIŞê tên derxistin.

Wezîrê Parastinê yê Fransa li ser kontrolkirina Mûsil û Reqayê got, “Hevpeymaniya Navdewletî dê piştgîriya hêzên Kurdî û hêzên Iraqê bikin.”

Jean Yves Le Drian destnîşan kir: “Me pêwîstî bi îrade heye, ev cara Yekem nîne ku ez li hember şerê DAIŞê bi vî awayê niha geşbîn bim.”

Roja 11ê Nîsan a îsal Wezîrê Parastinê yê Fransa serdana Başûrê Kurdistanê kir û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Jean Yves Le Drian herwiha serdana çend eniyên şer ên Hêzên Pêşmerge kir.

Le Drian di wê serdana xwe ya bo Kurdistanê de, piştgîriya Fransa bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de anî ziman û ragihand, ew dê hingê serdana herêmê bike ku Mûsil hatibe kontrolkirin û ew bikaribe biçe nav vî bajêrî.

Parve bike