Ji Kurdan li Minbicê gaveke nû!

88

MinbicMinbic

Sİ NEWS – Heyva Sora Kurd li nêzîkî Minbicê nexweşxaneyek vekir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tevahiya bajarê Minbicê dorpêç kiriye û operasyona kontrolkirina wê berdewam e.

Ji aliyê din ve welatiyên sivîl ji deverên bin destê DAIŞê direvin û berê xwe didin cihên bin kontrola HSDê.

Li gor agahiyan, Heyva Sora Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li bajarokê Ebû Qelqel a girêdayê Minbicê navendeke tendirustiyê vekir.

Encûmena xwecihî ya Minbicê jî alîkarî bi ser wan penaberan de parvekir ku ji deverên bin destê DAIŞê reviyane.

Bajarokê Ebû Qelqel, girêdayê Minbicê 5ê Hezîranê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatibû dagirkirin.

RUDEW