Şervanan soz dan tola Ebû Leyla hildin

77

Sİ NEWS

servanan-002Fermande û şervanên Ketîbeyên Şems El-Şemal soz dan, ku tola fermandeyê xwe yê şehîd Fêysel Ebû Leyla hildin û ew dê xewna Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê bi cih bînin.

Fermandeyê Ketîbeyên Şems El-Şemal ku beşek ji Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) ye, Fêsel Ebû Leyla roja 3ê vê mehê di şerê rizgarkirina Minbicê de birîndar bû û bi rêya helîkoptereke leşkerî ya Amerîka bo Başûrê Kurdistanê hat veguhastin, daku bê dermankirin.

Ebû Leyla roja 5ê Hezîranê ji ber giraniya birînên xwe, li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê şehîd ket û roja piştre cenazeyê wî bo Rojavayê Kurdistanê hat birêkirin û di merasîmekê girseyî de û bi amadebûna Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li goristana Şehîdan a Kobanî bi axê hat spartin.

Bi derbasbûna 3 rojan bi ser şehdîketina Ebû Leyla re, operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê şervanên HSDê û Yekîneyên Parastina Gel û herwiha Meclîsa Leşkeriya Minbicê berdewam e û navê operasyonê jî ji ber rêzgirtin li wî fermandeyê şehîd, bi Operasyona Şehîd Ebû Leyla hatiye guhertin.

Di heştemîn roja operasyona Minbicê de, şervanên Ketîbeyên Şems El-Şemal ku cihê xwe di Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk de digrin, ber bi Minbicê ve pêş ve diçin.

Piştî şehîdbûna Fermandeyê Ketîbeyên Şems El-Şemal, Feysel Ebû Leyla, fermandeyên ketîbeyên navborî ji pêkhateya Ereb soz didin ku ew dê armanc û hêviya fermandeyê xwe yê şehîd bi Rizgarkirina bajarê wî, Minbicê pêk bînin.

Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Ketîbeyên Şems El-Şemal Ednan Ebû Emced di vê bareyê de dibêje:

” Me nûçeya şehîdbûna Fermandeyê Giştî yê Şems El-Şemal Fêysel Ebû Leyla bihîst. Fêysel Ebû Leyla fermandeyekî bê hempa bû, ew di hêlên pêş ên eniyên şer de bû. Ji mirinê ne ditirsiya, em ji çar sal berê ve di pirr şeran de bi hev re bûn. Ew pirr mêrxas û bi cesaret bû,”

Şervanekî Ketîbeyên Şems El-Şemal jî yê bi navê Ebûd El-Elî derbarê hêviyên fermandeyê şehîd bû Leyla de got, take armanca Ebû Leyla, rizgarkirina Sûriyê ji DAIŞê bû. Ebûd El-Elî soz dide fermandeyê xwe yê şehîd û dibêje, ew dê tola xwîna wî hildin û xewna wî bi cih bînin ûp tevahiya Sûriyê ji DAIŞê paqij bikin.

Fermandeyekî meydanî yê ketîbeyên Şems el-Şemal jî dibêje ku tevî şehîdbûna Ebû Leyla ew êşandin, lê ewê di şer de berdewam bin û derbasî nav Minbicê bibin.

Fermandeyê Meydanî yê Ketîbeyên Şems El-Şemal, Ismaîl Ebû Hesen jî tekez dike, tevî ku şehîdbûna Ebû Leyla ew êşandin, lê ew dê li ser erkê xwe berdewam bin û Minbicê rizgar bikin.

Ismaîl Ebû Hesen wiha dibêje: “Fermandeyê me di hêlên pêş ên şer de bû, ne weke DAIŞê ku çekdarên xwe didin pêş û fermandeyên wan xwe li paş vedişêrin. Emê li ser riya fermandeyê xwe berdewam bin û em dê derbasî nav Minbicê bibin. Şehîdbûna wî zirar gihande me lê morala me ji berê bihêztir e.”

RÛDAW